Têgeha Jinelojiya di semînerekê de hate pênasekirin

MINBIC – Komîteya Lêkolînên Jinelojîya, bi semînerekê têgeha Jinelojiya ji jinên saziyan re pênase kir.

Komîteya Lêkolînên Jinelojiya bi dirûşmeya “Pêşgotin li ser Jinelojiya, gelo Jinelojiya dê bibe altirnatîfa zanista civakî ya pozîtîvîzim” semînerek da.

Sermîner bi amadebûna bi deha jinên saziyên bajarê Minbicê û gundewarên wê li hola civînan a Meclîsa Zagonsaz – Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê hate dayîn.

Semîner ji aliyê Endama Komîteya Lêkolînên Jinelojiya Xaliya Nimê ve hate dayîn.

Xaliya di destê semînerê de wateya civakê pênase kir û anî ziman ku jiyan hêvî û hizir e û jin bingeha jiyan û hêviyê ye û wateya civakê pênase kirin.

Xaliya Nimê têgeha Jinelojiya pênase kir û got ku jêdera vê têgehê bi derketina tevgera jin a rizgariya Kurdistanê re derket û sala 2011‘an de hate biratîkkirin û wiha pê de çû “Destpêkê, derbarê mijare Jinelojî komîte û navend hatin avakirin û birûşûrên pênaseya vê zanistê hatin belavkirin. Kongreya Damezrîner sala 2014‘an li Almanyayê hate lidarxistin. Çalakiyên yekemîn li Rojava dest pê kirin.”

Endama Lêkolînên Jinelojiya Xaliya Nimê da zanîn ku li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê, Îran û Iraqê komîteyên Jinelojî hatin avakirin û ji dîroka jin vegot.

Xaliya Nimê anî ziman ku şoreşa di cewherê xwe de şoreşa jinê ye û got ku bandora vê şoreşaê li ser civakê pêşeroj û jiyanê ye.

Semîner bi pirs û bersivan derbarê têkoşîna jin û çawa dê zihniyeta zilamê serdest bi dawî bibe, bi dawî bû.

(bb)

ANHA

Show More
Back to top button