Koçbera ji Reqayê beşdarî çalakiya gireva birçîbûnê bû

SILAVA EBDULREHMAN

QAMIŞLO – Koçbera bi navê Îman Ebdulhadî beşdarî çalakiya gireva birçîbûnê ya ji bo diyarkirina rewşa Ocalan hatiye lidarxistin bû.

Îman Ebdulhadî ji ber zulma çeteyên DAIŞ′ê ji taxa Meşleb a bajarê Reqayê koç kiriye. Piştî ku gihîşt herêmên di bin ewlehiya QSD′ê de, ji aliyê Kongreya Star ve hate parastin û destekdayîn.

Îman beşdarî konê çalakiya ku Kongreya Star ji bo diyarkirina rewşa Ocalan ku li bajarê Qamişlo vedaye, bû. Îman wiha got: ″Komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan zagonên navneteweyî binpê kir. Dema ez hatim bajarê Qamişlo min felsefeya rêbertiyê nas kir, ev felsefe azadiya hemû gelên herêmê esas digire″.

Îman diyar kir ku ew dixwaze rewşa Ocalan a tenduristiyê were zelalkirin û got ku ew ê bi vê armancê çalakiyên xwe bidomînin. Her wiha Îman ji jinên Kurd û Ereb xwest ku beşdarî van çalakiyan bibin.

Konê girava birçîbûnê ku Kongreya Star li Qamişlo ji bo zelalkirina  rewşa tenduristî ya Ocalan, di  roja sêyemîn de dewam dike.

(mm)

ANHA

Show More
Back to top button