Ciwanên li dijî dagirkeriyê helwest nîşan dan: Helwesta xwe diyar bikin

Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkireriya artêşa Tirk ku ji navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê û gundê Mavan ketine qada Geliyê Reş, Kanî Reş, derdora gundê Bermizê û quntanên çiyayê Sîro helwesteke mezin nîşan dan.

 ‘WEKE KERKÛKÊ BEHDÎNANÊ JÎ RADEST NEKIN’

Sumeya Delîl: Em amade ne ku ji bo xaka Başûrê Kurdistanê canê xwe bidin. Ez welatiyeke Başûr vê helkefta dagirkeriyê bi tundî şermezar dikim. Ji bo parastina Başûrê Kurdistanê ya li dijî vê dagirkeriyê em amade canê xwe bidin.

Hêlên siyasî yên Başûrê Kurdistanê Kerkûk û derdora wê radest kirin, em dibêjin em nahêlin Behdînanê jî radestî Tirkiyê bikin.

Em vê helkefta dagirkeriyê şermezar dikin û em dixwazin ku di cih de hêzên Tirk welatê me biterikînin.

Heke hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li dijî vê dagirkeriyê helwesta xwe diyar nekin, em ciwan li dijî hêzên dagirkeran, li dijî tang û topên wan em amade ne ku xaka xwe biparêzin.

 ‘’BILA LEŞKERÊN LI BAREGEHAN JÎ XAKA ME BITERIKÎNIN’

Şeyma Etta: Em welatiyên Başûrê Kurdsitanê dagirkirina artêşa Tirk a li gund, bajarok û bejahiya Behdînanê şermezar dikin. Ne tenê hêzên ku beriya bi rojekê welatê me dagir kirin, em dixwazin hemû hêzên wan demildest ji welatê me derkevin.

Aktorên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li dijî bombekirina Qendîl, Asos û deverên dî yên Başûr ên ji hêla balafirên şer ve dagirkirina Başûr çima bêdeng in? Rayedarên Başûrê Kurdistanê bi alaya Tirk bi wan re rûdinin. Piştî van hevditinan têne xaka me dagir dikin, çima xwe kerr dikin?

Em ciwanên Başûr vê rewşê qebûl nakin û bang li rayedarên Başûr dikin ku xaka me li dijî dagirkeriyê biparêzin.

‘DEWLETA TIRK A FAŞÎST JI BÊDENGIYA WE WÊREK DIBE’

Eskender Farûk: Em gelek aciz in ku artêşa Tirk sînorên me bezandine û bi mebesta dagirkirina welatê me ne. Em ê aciziya xwe bi her rengî nîşan bidin.

Ên ku li Bakurê Kurdistanê komkujî kirin niha dixwazin li Başûr jî heman komkujiyan bikin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bêhelwestiya partiyên siyasî yên Başûr wêrek dibe û xaka me dagir dike. Dewleta Iraqê behsa Iraqîbûne dike lê ew jî li dijî vê dagirkeriyê bêdeng e. Banga min li dewleta Iraqê ew e ku xwedî li wê gotina xwe derkeve ku dibêje Başûrê Kurdistanê xaka min e û li dijî dagirkeriyê raweste.

 ‘BÊDENGÎ QEBÛLKIRIN E’

Mîtra Pencwînîh: Beriya niha jî me got artêşa Tirk dagirker e û me xwest ku ji xaka me derkeve.

Me gelek caran dît ku dewleta Tirk êrîş bi ser çiyayên Kurdistanê de anî û gelê sivîl qetl kir. Piştî van komkujiyan serokê berê yê herêmê çû bi komkujiyan re rûnişt û peyman danî. Ev peyman nîşanawê bû ku bi komkujan re peyman kiribûn û gelek caran me ev şermezar kir. Dewleta Tirk niha li Rojava, Başûr, Bakur li her deverê êrîşê bi ser Kurdan de dibe. Em ji ber van êrîşan dewleta Tirk weke dijminê Kurdan dibînin û em ciwanên Başûr dewleta Tirk weke dagirkeran dibînin.

Em pê dizanin ku dewleta Tirk ev bi sedan salan e li çar parçeyên Kurdistanê dagirker e. Em êdî li dijî vê dagirkeriyê rawestin û bang li ciwan û gelê xwe dikin ku rabin ser piyan.

 

Show More
Back to top button