Min jî îradeya xwe ji vê fikirê girtiye

Dayika bi navê Selîma Elî ya ku bi temenê xwe 71 salî ye û li Bajarê Qamişlo jiyan dike, Çîroka jiyana xwe ji Radyoya me re anî ziman.
Dayika Selîma gelek zor û zehmetî di jiyana xwe de dîtiye, ew di temenê xwe yê 25’salî de bi zilamekî 65’salî re bi darê zorê hatiye zewicandin. Ew bi xwe ji Bakurê Kurdistanê ye lê piştî ku zewiciye hatiye Qamişlo.
Dayika Selîma 20’salên dagirtî bêrêziyê û biçûk xwestinê bi hevjînê xwe re derbas kir, piştî 20’salan ku sê zarokên wan çêbûn, hevjînê wê çû ser dilovaniya xwe.
Selîma anî ziman ku wê zarokên xwe bi keda destên xwe mezinkirin. Bi saya çandinya erdan û çêkirina neqş û dirûtina cilan zarokên xwe xwedî kirin.
Dayika Selîma Elî di nava axiftinên xwe de bal kişand li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku hiştiye jin bibe xwedî îrade û got ku min jî îradeya xwe ji vê fikirê girtiye.

Show More
Back to top button