Leyla bû mînaka jinên berxwedêr

Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 91’an de.

Endama Rêveberiya MSD’ê ya navçeya Tirbesipiyê  Nofa  Mehmûd derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de axivîn û got:”Em ê bibin dengê Leyla, Em ê xwedî li fikir û ramanên Rêber Apo  derkevin û ji bo ew azad bibe em ê her di nava hewldanê de bin.”

Nofa wiha gotinên xwe berdewam kir: em wek jinên pêkhateyên Ereb yê navçeya Tirbesipiyê heya dawiyê em ê piştgirtiyê bidin Leyla, Leyla bû mînaka hemî jinên dunyayê, em berxwedana wê silav dikin û em jê re dibêjin tu ne bi tenê, jinên her çar parçeyên kurdistanê bi terane û heya bidawî kirina tecrîdê emê li ser piyabin.

Nofa wiha dawî li gotinên xwe anî: Ez bang li hemû jinan dikim ku têkoşînê û berxwedanê bilind bikin, ji ber ku daxwazên Leyla daxwazên hemû jinan e.

Show More
Back to top button