Ji bo 8’ê Adarê li Qamişloyê semîner hat lidarxistin

Bi pêşengiya Kongreya Star ji bo 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li  Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tigran a Girkêlega Qamişloyê semîner hat lidarxistin.  Gelek kes beşdarî semînerê bûn. Endama Kongreya Star Dîlan Efrîn derbarê geşedanên siyasî, projeyên neteweya demokratîk axivî.
Dîlanê got:”Divê ne tenê roja 8’ê Adarê her roj jin li qada û di nava têkoşînê de bin. Jin bi hezar salane ku li dijî koletiyê têdikoşin. Îro di şexsê Leyla Guven de em dinêrin ku dîsa jin li berxwe didin. Li dijî hêzên hegemonîk ên ku tecrîda giran hem li ser Rêber Apo hem jî li ger Gelê Kurd ferz dike, Leyla Guven û rêhevalên xwe di nava têkoşînê de ne. Li dijî tecrîd û koletiyê îro wekî jinên Kurd li Rojhilata Navîn me xeta azadî û demokrasiyê ava kiriye. Têkoşîna ku bi pêşengiya jinê pêş ketiye îro li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bi encam dibe.”
Dîlanê wiha dawî lê anî:”Ji bo hemû gelên li Sûriyeyê di nava wekhevî û aramiyê de bijîn divê hemû kes têbikoşin. Li dijî zilm û zordestiyê divê em bibin yek.”
Semîner bi dirûşmên “Jin jiyan azadi” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
JINNEWS
Show More
Back to top button