Kongreya Star, 8’ê Adarê li jinên cîhanê pîroz kir

Kongreya Star bi dirûşma “Bi pêşengiya Leylayan em ê têkoşînê bilind bikin û bi rêber Apo re azad bijîn” bi peyamekê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir.

Kongreya Star 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Em di kesayeta serkeftinên YPJ û YJŞ’ê de li dijî taritî û faşîzma DAIŞ’ê, 8’ê Adara 2019’an pêşwazî dikin. Em berxwedêr in, em bi rûmet in.”

Beşek ji peyama Kongeya Star wiha ye:

Di van rojên ku têkçûna DAIŞ’ê ya leşkeri îlan dibe, em li ser vê axa Rojava bang li hemû jinên cîhanê dikin ku ‘Mizgîniya têkoşîna jinan a fikrî, civakî û şerê xweparastinê  zilma serdest ya DAIŞ’ê bi bin xist. YPJ û YJŞ pêşengiya azadiya jinan ya sedsala 21’emîn kirin. Ji ber vê jî Rojava ax û welatê jinên cîhanê hemûyan e. Lewre em rih û hêza xwe ji azadî û têkoşîna jinên cîhanê digirin. Em soz didin ku heya jina kuştî ya dawî, heya jina birçî ya dawî, heya jina kole ya herî dawî, jina ku tê tecawizkirin a herî dawî, jina ku keda wê tê dizîn a herî dawî azad bibe, em ê têkoşînê bidomînin.

Em jinên cîhanê çi serbilind in ku 8’ê Adarê nûjen dikin û hemû rojan dikin 8’ê Adarê. Bi van wateyan roja têkoşîn û roja jinên kedkar, 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin.

”Bijî 8’ê Adarê, bijî têkoşîna azadiya jinan.”

Show More
Back to top button