“Tola zarokên me hate hilandin”

Di şerên li dijî DAIŞ`ê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, keç û xurtên ciwan destanên efsanewî ji bo tunekirina çeteyan nivîsandin û canê xwe feda kirin.
Dayika şehîdan bi nêzîkbûna bidawîbûna DAIŞ`ê re dibêje: tola zarokên me hate hilandin.
Dayika Şehîd Nûbar û Lewend, Heyat Silêman kêfxweşiya xwe bi tunekirina DAIŞ`ê anî ziman û tekez kir ku tola zarokên wê û tevahiya şehîdên ku li hember DAIŞ`ê şehîd bûne, tê hilandin.
Her wiha Heyatê anî ziman ku xewna DAIŞ`ê di dagirkirina xaka Sûriyê de bi dawî bû û got: em van serkeftinên mezin ên YPG/YPJ û QSD pîroz dikin. Bi saya şervanên ku canê xwe feda kirine DAIŞ`ê têk çû.
Heyatê gotinên xwe wiha bi dawî kir: Em berxwedana şervanên azadiyê silav dikin, em wek malbatên şehîdan emê li pey şopa şehîdên xwe bin heya ku em Rêberê xwe di nava xwe bibînin.
Medya SILÊMAN