Rêxistana Sara ya li dijî tundiya li ser jinê li Qamişloyê bi daxuyaniyekê dest bi hemleya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û civakê kir.
Îro Rêxistana Sara daxuyanî derbarê hemleya li dijî tundiya li ser jinê da. Gelek endamên saziyan û gel beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo şehîdên komkujiya Helebçeyê dest pê kir. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Rêxistina Sara ya Herêma Cizîrê Muna Ebd El-Selam ve hat xwedin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo jin bi tundiyê rû bi rû neyên hiştin û mafên wan bên parastin têkoşîn û rêxistinbûyin dê bidome.
Dê hemleyê li ser van xalan bên meşandin:
*Dê jin bên perwerdekirin
*Bi pêşengiya jinê dê çanda demokratîk bê zindîkirin
*Dê ji bo guhertina zihniyeta baviksalarî xebat di qada jinê û di nava civakê de bê kirin
*Pîvanên azadiya jinê di nav civakê de ew ê bê pêşxistin
*Dê li dijî tundiya di qada tenduristiyê de têkoşîn bê mezinkirin
*Di nava malbatê de tekiliyên azad û wekhev ew ê bê avakirin
*Dê çanda aştiyê di nava erdnigariyê de bê xurtkirin
*Dê alîkariya hemû civakê bê kirin
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan e, jinê nekujin” bi dawî bû.
