‘Jinan bi vîn û hêza xwe DAÎŞ’ têk bir’

Di Pêngava Bagera Cizîrê ku di pêşengtiya şervanên QSD’ê û YPj’ê ve tê bi rêvebirin, DAÎŞ têk birin û bi hezaran sivîl ji destên çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin.

Girêdayî mijarê jinên Bejarê Qemşilo nêrînên xwe ji Radiyoya me re parve kirin û gotin ku Jinê bi vîn û hêza xwe terora DAÎŞ’ê têk bir û aramî li herêmê pêk anî.

Jina bi navê Rodîn Isa wiha nêrînên xwe ji me ra anî ziman: Jinan rolekî pêşeng di têk birina terorê de lîstin. Çeteyên ku ji bo hemû cîhanê xiteriyeke mezin bûn, bi têkoşîna jinê têk çûn, Bi têkçûyina DAÎŞ’ê Jinên Kurd di cîhanê de xwe îsbat kirin ku têkoşîn û berxwedana wan dîrokî ye.

Rodîn destnîşan kir ku piştî têkçûna DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aramî pêk hatiye û erka perwerdekirina civakê dikeve ser milê jinan.

Her wiha jina bi navê Menîce Heyder jî nêrîna xwe anî ziman û got: Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di têkoşînê de bûn mînak û bi awayekî ektîf di qadên leşkerî, çandî, siyasî û civakî de rolên xwe lîstin. Em têk çûyina terorê li tevahî jinên têkoşer pîroz dikin.

Menîce di dawiya gotinên xwe de wiha got: Em di wê hêviyê dena ku di demeke nêz de Efrîn jî rizgar bibe.

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button