‘Newroza îsal wê bibe Nerwoza serkeftinê’

Şêniyên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku wê îsal Newrozê û rizgarkirina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re pîroz bikin.

Jina bi navê Leyla Eskan di derbarê hatina newrozê de kêfxweşiya xwe anî ziman û dazanîn ku dîroka xwedî qehremanî helbet wê rojên wê hemxû newrozbin. Bi hatina Newrozê re têkçûna DAIŞ’ê jî nêz dibe. Çawa ku Kawayê Hesinkar hişmendiye deshilatdariya dehak têkbir, îro jî şervanê me YPG/YPJ û QSD’ê rêxistina herî tarî û terorîst a DAIŞ’ê têk dibin û ji cîhanê re dan diyarkirin ku destan û qehremaniya gelê kurd di dîrokê de dîsa careke din bi pêlên zêrîn hat nivisandin ji bo wê jî dive hemû rojên kurd newrozbin.

Di berdewamiya axvtinên xwe de Leyla destnîşan kir ku hêzên sûriyeye demokratîk (QSD) gelek herêm ji bin zilma terorê rizgarkirin û bûn mînakên ku cîhan hemû ji tekoşîna wan mînak bigrin û wiha axvtinên xwe domand ji Kobanê heya Minbic, Reqa û Dêrazorê şerê vê rêxistinê kir û ew herêm ji terorê xelaskirin ,Bi vê yekê bû hêza yekemîn a ku DAIŞ`ê têk bir. ji xwe cûdabûna newroza me jî ewe ku bi her hatina newrozekê re destkeftîyên gelê kurd û habûna wan mayin de dibe .

Her wiha Jina bi navê Texrîd Asîn, Newroz û rizgarkirina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “Têkçûna DAIŞ`ê ji bo me jiyanek nû ye. Ev serkeftin bi saye têkoşîn û berxwedana QSD`ê pêk hatin û Newroza îsal wê bibe Nerwoza serkeftinê.

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button