Pêşengeha Hunera Şêwekarî ya Hunermendên Efrînê li Qamişlo dest pê kir

 Bi dirûşma ‘Ji bo Efrînê’ Pêşengeha Hunera Şêwekarî ya Hunermendên Efrînê li Qamişloyê dest pê kir.
Îro li hola Zana a bajarê Qamişloyê bi armanca piştgiriya Berxwedana Efrînê bi dirûşmeya ‘Ji bo Efrînê’ pêşengeha hunera Şêwekarî ya Hunermendên Efrînê hat pêşkêşkirin. Ev pêşengeh li bajarê Helebê , Şehbayê û niha li herêma Cizîrê tê pêşkêşkirin.
Bi tevlîbûna bi dehan Endamên sazî û dezegehên sivîl û rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşangehê dest pê kir. Pêşangeh ji aliyê xwişka Berxwedêr Barîn Kobanê Gulîzer Omar ve hate vekirin.
Di pêşengehê de 30 tabloyên cuda hatin pêşkêşkirin, di tabloyan de êş, berxwedanî û koçberiya gelê Efrînê hat nîşandan. Ji bo kesên hazir ji aliyê Wênesaz Henîf Hemo û Erdelan Ibrahîm ve Tablo hatin şîrovekirin.
Dê pêşangeh heta sibehê bidome.
Show More
Back to top button