12
Îro di berdewamiya çalakiyên ji bo pîroz kirina Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gundê Jin Jinwarê 100 dar hat çandin. Bi tevlîbûna Kongreya Star, sazî û dezgehên jin û bi dehan jinî dar hatin çandin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Fermeandara YPJ’ê Evîndar Efrîn, li ser navê Malbatên Şehîdan Fatima Keleş axivîn, di axavtinê de Rojbûna Abdullah Ocalan hat pîroz kirin û balkişandin ser têkoşîna wî ji bo azadî û mafê jinê.
Paşê jî komîteya Amedekar stranek pêşkêş kir û Rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir. Jinan bi berzkirina dirûşma’ Bê serok Jiyan nabe’, li gund dar çandin.
Di dawiyê de jî jinan govend gerandin.
