‘4’ê Nîsanê roja dayikbûna mirovahiyê ye’

Rêber Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana 1949’an li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, girêdayî mijarê jina bi navê Mizgîn Murad ji radyoya me re axivî û got: Dayîkbûna Rêber Abdulah Ocalan, dayîkbûna gelên bindest ên banga azadiyê dikin.

Her wiha Mizgîn di berdewamiya axavtina xwe de got ku 4’ê Nîsanê roja dayikbûna mirovahiyê ye û bang li hemû gelên azadî xwaz kir ku rabin ser piyan heya ku Rêberê mirovahiyê ji zindanên dagirkeran derbixin.

Di dawiyê de Mizgîn berxwedana Leyla Guven û hemû grevên birçîbûnê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdulah Ocalan û rizgarkirina wî ji zindana Îmralî silav kir û da zanîn ku cîhan hemû deyndarê Ocalan e, ji ber bi fikr û felsefeya wî ne tenê gelê Kurd, hemû pêkhate ji zulmê xelas bûn.

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button