‘Bi hev re li hember binpêkirinan bisekinin’

Li Efrîna dagirkirî dewleta Tirk û çeteyên wê kiryarên dijmirovî û bêexlaqî ji revandin, kuştin û talankirina mal û milkan û siyasetên guhertina demografîk pêk tîne.

Di demên dawîn de, çeteyên Tirkiyê binpêkirinên xwe der heqê sivîlên Efrînê de zêde kirin e. Çete sivîlan direvînin û li şûna wan peran dixwazin an jî bi awayekî hovane wan dikujin.

Der barê mijarê de jina bi navê Edûl Sefer ku ew bi xwe ji şêniyên Efrînê ye, binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê şermezar kir û got: Divê hemû gelê Kurd parastina şêniyên Efrînê ji erka xwe bibîne û serhildanan li dar bixe û bi hev re li hember van binpêkirinan bisekinin.

Edûlê tekez kir ku divê dewletên ku bi mafê mirovan bang dikin divê çavê xwe li ber kiryarên dagirkeran negirin û ji bo berjewendiyên xwe bê deng nemînin.

Di dawiyê de Edûlê bal kişand li ser kom civînên ku li derveyî welat tên li dar xistin mîna astana û sûçî û got: kesên ku van civînan li dar dixin ne ji bo çareseriya li dar dixin, ew ji bo berjewendiyên xwe li dar dixin, ev kom civîn ji bo Sûriyê kerasetin.

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button