“Zarok sinbilên jiyanê ne”

5’emîn mihrîcana zarokan ya di bin diruşmeya “Zarok sinbilên jiyanê ne” di pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn û Tev-Çand de li Navenda Aram Tîgran ya bajarê Rimêlan hat li dar xistin.

Di mihrîcanê de komên zarokan yên bi navên Orkestra Rojava, Til koçer û Koçerat stran gotin. Her wiha koma Ş.Hêvî Yekta û Koma Til koçer şano pêş kêş kirin.

Mihrîcana roja yekem bi meşekê û bi coşekî mezin  bidawî bû.

Tê payin ku wê mihrîcan sê rojan dewam bike.

Show More
Back to top button