Salvegera duyemîn a damezirandina Meclisa Jinên Sûriyê hate pîroz kirin
Bi buneya Salvegera duyemîn a damezirandina Meclisa Jinên Sûriyê, şahî bi dirûşmeya ‘Jina rêxistinkirî bingeha avakirina Sûriyeke Demokrat, Çendîtî û Nenevendî ye’ li Hole Zana hat lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin axiftin hatin kirin, axiftivanan salvegera duyemîn a damezirandina Meclisa Jinên Sûriyê pîroz kirin û dane diyarkirin ku jin xwe di her warî de bi rêxistin kiriye.
Her wiha di şahê de sinevizyonek hate pêşandan û helbestek ji aliyê Beşîre Derwîş ve hate Xwendin. Piştî wê peyamên pîrozbahiyê yên ku ji hêla saziyên civaka sivîl ve hatibûn şandin, hatin xwendin.
Şahî bi gerandina govendê li ber stranên folkolrî bi dawî bû.