Rêveberiya Xweser seferberî ragihand
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, ”Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferberiya giştî radigihînin”.
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:
“Bi bilindbûna asta gef û guran û amadekariyên leşkerî yên artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê yên kirêkirî yên bi navê Ceyş El-Wetenî ya Sûriyê yên êrîşeke muhtemel li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em rewşa seferberiyê bi dema 3 rojan li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê radigihînin. Her wiha jî ji tevahî rêveberî, sazî û gel bi hemû pêkhateyên wê dixwazin ku berê xwe bidin herêmên li ser sînorê dewleta Tirk da ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û berxwedana xwe di van kêliyên hesas ên dîrokî de raber bikin.
Her wiha bang li tevahî ciwanên gel bi hemû pêkhateyên wê yên li Kurdistan û tevahî cîhanê dikin ku bi erka xwe li beramber xak û gelê xwe li hundir rabin û xwepêşandan û çalakiyan li tevahî deverên lê ne, bi taybet li dewletên derve yên lê koç bûne, pêk bînin.
Berpirsyarê van rûdanan hildigirin ser NeteweyênYekbûyî (NY) bi tevahî saziyên wê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Yekitiya Ewropayê (YE), Rûsya, tevahî dewlet û saziyên ku xwedî biryar û bandorê li Sûriyê dikin. Divê ev sazî û dewlet bi erkên xwe yên exlaqî û wijdanî rabin ku tu karaseteke mirovî ku zirarê bide gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk neyê.”