Şêniyên Tirbespiyê şehîdê berxwedana rûmrtê oxir kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê şehîdê erka xwe parastin Hemza Xelef yê ku di berxwedana rûmetê de li Serê kaniyê şehîd ketibû, li goristana Ş.Dilşêr oxir kirin.

Merasîm bi deqeyk rêzgirtin dest pê kir paşê axavtin hatin kirin, li ser navê Saziya malbatê şehîda Ebd EL-Helîm hesen, li ser navê Hêzên leşkerî Ebas Xizna û li ser navê malbata şehîd Îmad xelef axivîn.

Axavtvanan sersaxî ji malbata şehîd xwestin û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn her wiha teqezî bi berxwedana şervanan kirin û berxwedana wan silav kirin û soza şopandina rêya şehîdan heya azadiyê dan.

Apê şehîd Hemza Xelef got: Hemza ji zaroktî ve tevlî nava refê şoreşê bû û xaka xwe parast Hemza ne tenê şehîdê me ye, ew şehîdê Kurdistanê ye ji ber ku di ber azadiya xaka Kurdistanê canê xwe feda kir.

Paşê wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê şehîd di nava berzkirina sloganan û tilîliyên dayikan de hat veşartin.

 

Show More
Back to top button