Şêniyê Tirbespiyê serdana konê çalakiyê kirin

Di bin diruşmeya “Ji bo vegera li Efrînê” şêniyê bajarê serêkaniyê yên ku ji ber dagirkeriya Erdogan ji malên xwe koçberbûn, li Kantona Qamişlo li avahiya Neteweyên Yekbûyî kon vedan, Çalakiya kon vedanê di roja 5’an de dewam dike.

Îro jî bi pêşengtiya Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şêniyên Tirbespiyê serdana konê çalakiyê kirin.

Çalakî bi deqeyek rêz girtin dest pê kir paşê jî axavtin hatin kirin, li ser navê çalakvanan Asya Hisên, li ser navê Meclisa Malbatên şehîdan Heyv Hacî, li ser navê pêkhateyên Êzîdî Hedya Şemo û li ser navê Meclisa navçeya Tirbespiyê Muhend EL Hebîb axivîn.

 

Axavtvanan dagirkerî şermezar kirin û piştevanya xwe bi çalakvanan re teqez kirin, her wiha axavtvana bi bîr xistin ku êrîşên ku tên kirin ne tenê li ser gelê kurdin, li ser hemû pêkhateyane ji ber vê yekê divê her kes rabe ser piyan. Axavtvanan bang dewletên navnetewî kirin ku çavê xwe li komkojiyên Erdogan ne girin.

Çalakî berdewame…

Show More
Back to top button