“ERDOGAN LI ŞÛNA GELÊ HERÊMÊ ÇETEYÊN XWE BICÎH DIKE”

Dewleta Tirk bi armanca dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9′ ê Cotmehê ve êrîşî xaka Rojava dike. Bi van êrîşan Dewleta Tirka û hevkarên wê çeteyên DAÎŞ’ê kesên sivîl hedef û qetil dike. Hêjayî gotinê ye ku bi van êrîşan tu ferq û cudahiyê naxe di navbera tu netew û baweriyan de. Di derbarê vê mijarê de Endama Saziya Malbatên Şehîdan ji me re axivî û ev êrîşên hovane şermezar kirin.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Esma Silêman êrîşên dewleta Tirk bi van gotinan şermezar kir û berxwedaniya şervanên QSD’ê  silav kir û wiha got: “Em heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi şervan, gel û jinên Serêkaniyê û Girê sipî re ne . Bila dayik, gel û şervanên me tu carî xwe bi tenê nebînin. Her wiha bila Erdogan’ê xwînmij kêfxweş nebe û jibîraneke ku êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Em gelê bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde bûne, ne gengaze ku Erdogan bi vê hovîtiya xwe me tune bike û me ji Rêbertî û felsefeya me dûr bixe.”

Esma bi gotina ku Dewleta Tirk dixwaze Kurdan bi koçberî û qetilkirinê tune bike û li şûna Kurdan çeteyên xwe bicî bike dawî li axaftina xwe anî: “Erdoganê xwînmij bi armanca tunekirina Kurdan gelê me qetil û koçber dike û dixwaze li şûna Kurdan çeteyên xwe bicî bike. Lê bila ne Erdogan ne jî hevkarên wî kêfxweş nebikn, heya ku Kurdek li ser rûyê duniyayê heye wê ev xewin û xeyalên wan ên hovane negihêjin armanca xwe. Ez bi vîn û baweriya serkeftinê bang li ciwanan dikim ku tevlî berxwedanê bibin û axa xwe ji dagirkeran biparêzin.”

Lîlav Hesen

Show More
Back to top button