Bi boneya 25’ê Mijdarê jinên ciwan ên Tirbespiyê daxuyanî dan

Tevgera Jinên Ciwan ya Navçeya Tirbespiyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Naventeweyî ya li Dijî Tundiya li Ser jinê daxuyanî dan. Daxuyanî li Goristana Ş.Dilşêr yê li Gundê Du girê bi amadebûna bi dehan jinan hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Jinên Ciwan Necla Alî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Dewleta Tirk û hevkarên wê şerê qirkirin û talankirinê ku di 9’ê Cotmehê de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabû destpêkirin; ji çekên kîmyewî û çekên qedexekirî li ser gelê me hatine bikar anîn. Ji qirkirineke çandî, demografîk, aborî, civakî, siyasî, ekolojîk û hwd. li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên. Di şexsê faşîzma dîktatoriya Erdogan û çeteyên wî de hovîtî û şîdeta zilamên serdest ku bi aqilê dewletê hatî avakirin îro bitevahî hêza xwe lîstokan didine meşandin.

Di 12’ê Cotmehê de, sekretera giştî yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef tevî û 8 hevalên xwe hate înfazkirin. Hevrîn Xelef yek ji pêşengên siyasî yên şoreşa jinê bû. Çawa di kesayeta Hevrîn Xelef de sîstema hevserokatiyê hatiye hedefgirtin, di 14’ê Cotmeh’ê de dayê Aqîde jî wek endama Meclisa Edaletê ya Jinan li hemberî hêzên dagirker ji bo axa xwe biparêze wek mertalên zindî çûbû Serêkaniyê. Di kerwanê ku ji aliyê balefirên dewleta Tirk ve hate bombekirin de jiyana xwe ji dest da û tevlî kerwanê nemiran bû.

YPJ’ê li dijî êrîşan şer dike xak û gelên xwe diparêzin. Di 21’ê Cotmehê de şervana YPJ’ê Amara Rênas ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û faşîzma AKP hate işkence û şehîdxistin. Ev êrîşa ku di şexsê wê hatiye kirin, êrîşa li hemberî hêza parastina cewherî ya jinên birêxistinkirî bû. Lê dîse jî hovîtiya wan bi van êrîşan têr nebû ji tirs û xofa xwe re dest bi dîlgirtina şervan û xebakaran kirin.

Li ser vî bingehî em weke (Tevgera Jinên Ciwan) yên Terbespiyê, 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan diyarî Dayê Aqîde, Hevrîn Xelef û şervana YPJ’ê Amara Rênas dikin. Em bang li tevahî jinên ciwan û jinên cîhanê dikin ku li hemberî faşîzim û dîktatoriya Erdogan û çeteyên wî serî rakin û dîktatoriya wan têk bibin. Bi boneya 25’ê Mijdarê em bi rihê jinên tekoşer, wêrek û aşiqên xak, gel û welatê xwe şehîd Hevrîn Xelef, Amara Rênas û Dayê Aqîde bibîr tînin û soza xwe cardin di kesayeta wan de nû dikin.

Show More
Back to top button