‘Berxwedan û têkoşîna gel her berdewam e’

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” ji 9’ê Cotmehê ve êrişên dagirkirinê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin. Di van êrişan de ku çekên qedexekirî hatin bi karanîn sûcên şer pêk anîn. Bi dehan Jin, zarok û temen mezin qetil kirin, bi hezaran şênî ji bajarê wan koç kirin û li şûna wan Çete û malbatên wan di malên sivîlan de bi cîh kirin.

Di vê derbarê de Hevseroka Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) a Herêma Cizîrê Sebah Osman ji Radiyo ya me re nirxandin kir û got: êrîşên ku Dewleta Tirk  ji 9’ê Cotmehê ve li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye dest pêkirin armenca bingihîn ewe ku vî  gelî qir bikin, dewleta Tirk sînaryoya Efrîn car din li herêmên Serêkaniyê û GirêSpî dubare dike.

Roj bi roj Dewleta Tirk êrîşên xwe yên bi şêwazên cur be cur li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berferehtir dike, bi van gotinan Sebahê axeftinên xwe ber dewam kir: armanca Erdogan ewe ku vê şoreşa xwedî nirx û destkeftî têkbibe, lê li hember her êrîşî berxwedan û têkoşîna gel berdewam dike û hêrsa tolhildanê mezintir dibe.

Sebah Osman wiha pê de çû: komkojiya ku li Helebça pêk hat îro dewleta Tirk li Til Rifatê dubare kir, hovîtiya Erdogan giha asta ku zarokan bike hedef û wan qetil bike, nefesa azadiyê ji wan qut bike, zaroktiya wan ji wan mehrûm bike. dewleta Tirk bi van êrîşan dixwazin mirovahiyê tune bikin, ez vê komkojiyê bi tundî şermezar dikim.

Sebah Osman wiha bi dawî kir: Dewleta Tirk  ji bo ku xewnên xwe ê Osmanî car din vegerîne her şêwazî bi kar tîne,  ev Dewletên ku dibêjin em parestina mafên mirovan dikin, çima li hem ber dagirkeriya Erdogan heta niha bêdengin û çavgirtîne?. Rûsiya û Amerîka jî dixwazin îro berjewendî û pîlanên xwe li ser vê axê bidin meşandin ji ber vê li virin.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button