TEV-DEM: Li dijî faşîzma Tirkiyê ji bilî berxwedanê tu rê tune ye
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek ji raya giştî re der barê kiryarên dagirkeriya Tirk ên li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî û bêdengiya navneteweyî beramberî van kiryaran de parve kir. TEV-DEM’ê bang li her kesî kir ku li pêşiya van sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û terorîzma wê ya li Ewropa û Lîbyayê belav dike, bisekine.
Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:
“Qanûna navneteweyî ya koçberiya bizorê tê wateya ku derxistina neqanûnî ji komek ji şêniyên li axa xwe, ew jî dikeve çarçoveya sûcên şer û sûcên qirkirina komî û sûcên li dijî mirovahiyê.
Madeya 49`an a Hevpeymana Cinêvê ya 4`an a sala 1949`an, veguhastina bi darê zorê ya komî yan jî bi kesayetî, her wiha sirgûrkirina ji herêmên wan ji axeke din re, lê tenê eger di çarçoveya berjewendiyên wan de be da ku ji şerên çekdarî werin parastin, qedexe kiribû.
Tiştê ku dewleta Tirk a terorîst li Efrînê û herêmên din pêk tîne hemû sînor derbas kirin, hemû kiryarên di qanûna navneteweyî de dikevin çarçoveya sûcên şer, ji ber vê yekê divê sûcdarên wê radestî dadgehên navneteweyî werin kirin. Guhertina demografiyê li Efrînê û herêmên din di sînorekî de nema, ew gihaşt asta qirkirina etnîk ku herêma Şehbayê dorpêç kir ku koçberên Efrînê di nava zehmetiyê de lê dijîn û tu rêxistinên navneteweyî alîkariyê nakin. Ev rêxistinên navneteweyî tenê li yên ku li dijî terorê li ber xwe dane û li şûna cîhanê tevahî teror têk birin, temaşe dike, di demekê ku şêniyên Efrînê li bendê ne ku vegerin warê xwe.
Dewleta terorîst a Tirk heta qanûna herî biçûk a navneteweyî jî pêk neanî, qanûnên navneteweyî her guhertinekê ku dewleta dagirker li herêmên dagirkirî ji adetan û kevneşopan, şûnwar, xweza, dîrok û ziman dike sûcdar. Tiştê ku niyetên dewleta Tirk dide eşkerekirin, kiryarên wê li ser erdê ne, Tirkiye hewl dide Efrînê ji Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike, ev yek jî dagirkirina dewletekê li ser serdestiya dewleteke din e, her wiha bi guhertina demografiyê re jî ew sûcê şer li dijî mirovahiyê ye.
Efrîn xaka 18 milyon darên zeytûnê ye, ew sembola Efrînê ye, tên birîn û şewitandin da ku bihêlin şêniyên wê xaka xwe terk bikin ku çavkaniya jiyanê ya şêniyan bû. Her wiha hemû veberhênan û şûnwarên wê hatin dizîn û ji Tirkiyê re û herêmên di bin kontrola hêzên teror ên radîkal de hatin şandin.
Her wih dewleta terorîst a Tirkiyê plan dike ku bi navê îslamê Efrînê bike dewleteke biçûk a terorê û cihê perwerdekirin û veguhastina terorê ji cîhanê re û şantajkirina Ewropayê û hemû dewletên erebî û Rojhilata Navîn. Di heman demê de Efrînê bike kaxezeke dan û standinan bi gelek dewletan re, mîna Lîbyayê.
Bêdengiya navneteweyî jî dibe hevkarê sûcê şer, her wiha em berpirsyariya qanûnî û exlaqî didin ser milê civaka navneteweyî, lê em wek TEV-DEM`ê berpirsyariya yekemîn didin ser milê NY û Rûsyayê ku rola wan a rasterast di sûcê şer li Efrînê de heye, ji ber vê yekê em bang li cîhanê dikin ku li pêşiya kiryarên dewleta xwedîkera terorê bi serkêşiya Erdogan ku terorê dişîne hemû Lîbyayê û di serî de Ewropa, Lîbya û cîhanê, bisekinin. Her wiha em bang li dewleta Sûriyê dikin ku bi erka xwe ya destûrî û nîştimanî li hemberî destdirêjiyên li ser serweriya wê, rabe û li dijî sûcdarên şer der heqê welatiyên dewleta Sûriyê de dozekê di dadgeha navneteweyî de veke.
Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku li her derê çalakiyên we yên aştiyane û şermezarkirinê bidomînin da ku li hemû qadan kiryarên terorîstan li dijî gelê me bên teşhîrkirin. Ji ber vê yekê jî tu rê ji bilî berxwedanê tune ye, her wiha tu rê ji bilî berxwedana li dijî şerê hebûnê ya li dijî faşîzma Tirkiyê ya bi rêvebiriya sultanê terorîstan Erdogan tune ye.”