‘Emê bi îradeya jina azad welatê xwe rizgar bikin’

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve wek Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî, hemû cûreyên binpêkirinê li dijî sivîlan pêk tînin, wek kuştin, revandin, îşkencekirin, koçberkirina bizorê, dizîn û talankirin.

Girêdayî mijara tundya li ser sivîlan Rêvebiriya Kongra Star ya navçeya Girkêlegê Şehrîban Elî ji me re axivî û got: dewleta Tirk a dagirker qanûnên tund li ser gel û bi taybet jinên herêmên dagirkirî ferz dikin, wan bi hovîtî qetil dike yan jî malên wan koçber dike.

Her wiha Şehrîban got: dîroka dewleta Tirk bi komkojiyan dagirtiye, ji serdema osmaniya ve û heta roja îro dagirkeriya Tirk li dijî gelê berxwedêr û azadî xwaz komkojiya pêk tîne û dixwaze wan qir bike.

Di dawiya axavtina xwe de Şehrîban Elî got: Erdoganê xwînmij gelek komkojî li ber çavê dinyayê pêk anîn, dinya jî li hember van êrîş û komkojiyan bê deng e, lê bila Erdogan baş bizanibe ku emê bi îradeya jina azad welatê xwe rizgar bikin.

Medya Silêman

Show More
Back to top button