Kongreya Star bernameya çalakiyên 8‘ê Adarê eşkere kir

Kongreya Star a Rojava bernameya çalakiyên 8‘ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê eşkere kir. Çalakî dê bi dirûşmeya “Têkoşîna me azadiya me ye, berxwedana me serkeftin e” werin lidarxistin.

Di vê mijarê de Kongreya Star komîteya amadekar a çalakiyên 8‘ê Adarê amede kir. Komîte ji (Yekîtiya Jinên Suryan, jinên Ereb, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê, Tevgera Kevana Zêrîn û hin rêxistinên din ên jinan) pêk tê.

Bername ji 1‘ê Adarê heta 8‘ê Adarê berdewam bike, Bernameya çalakiyan wiha ye:

1‘ê Adarê, dê daxuyanî li kampên Waşûkanî, Til Semin û kampên li kantona Şehbayê werin dayîn,  her wiha dê Mîhrîcana Jinên Rewşenbîr li herêma Cizîrê were lidarxistin.

2 û 3‘yê Adarê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê civîn werin lidarxistin û belgefîlmekî kurt li ser jinan li Reqayê were pêşandan.

4‘ê Adarê dê serdana gundê (Jin war) were kirin, li vir dê bernameyek taybet bi jinan bi rêveberiya gund re were amadekirin. Her wiha li hemû herêman dê meşên meşeleyî werin lidarxistin.

5‘ê Adarê dê paneleke li ser rewşa jin a di aloziya Sûriyê de, li herêma Cizîrê were lidarxistin û serdana goristanên şehîdan werin kirin.

6‘ê Adarê Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê pêşangek kelepûrên pêkhateyên (Kurd, Ereb, Suryan) û pêkhateyên din vedike.

7‘ê Adarê dê serdana birîndarên şer, Asayîşa Jin, Hêzên Parastina Civakî ya Jin (HPC-Jin) û deverên dîrokî werin kirin.

8‘ê Adarê li ser asta kantonan şahî dê werin lidarxistin.

 

 

 

Show More
Back to top button