Kongraya 8’mîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk berdewame

Kongraya 8’mîn a Partiya YekîtiyaDemokratîk PYD bi dirûşma ‘Bi Yekîtiya Demokratîk Emê Dagirkeriyê Têk Bibin, Rêveberiya Xweser Pêş Bixin û Sûryake Demokratîk Ava Bikin’ berdewame.

Hevserokên PYD`ê Şahoz Hesen û Eyşe Hiso axivîn di serî de li dar xistina Kongra yê pîroz kirin, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û silametî ji birîndaran re xwestin û gotin: Salên tijî berxwedan û têkoşîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas bûn, gelê herêmê berxwedaneke dîrok ji Efrîn heta Serêkaniyê û Girê Spî pêk anî û bi taybet di êrişên dawî de ku mîna komployeke navdewletî li dijî îradeya gelên herêmê bû. Gelên herêmê komplo têk bir û tevahî mirovahî li derdora wê kom bû.

Hevserokên PYD`ê anîn ziman ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve partiyê banga çareserkirina aloziyê bi awayekî aştiyane kirn lê belê aliyên din rê li pêşiya destwerdanên derve vekirin, di encamê de komên çete derketin holê û rewşa li Sûriyê gihîşt vê astê.

Hevserokan di dawiya axaftina xwe de îşaret bi girîngiya hevdîtinên Sûrî-Sûrî, her wiha bi girîngiya diyaloga bi Şamê re ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û doza kurdî kir û gotin Me amadebûna xwe ji çareseriya siyasî re ragihand, lê belê helwesta hêzên heyî li Şamê çareseriyê asteng dike, hewlestên ku dibêjin divê rewş vegerin wek beriya sala 2011’an, lê pêşiya çareserkirina aloziyê û avakirina Sûriyeke azad dibe asteng, aloziya Sûriyê çareser nabe, kilîta çareserkirina aloziya Sûriyê, çareserkirina doza kurdan e.

Kongra berdewame …

Show More
Back to top button