Şeniyên Tirbespiyê li dijî êrîşan meşiyan

Bi pêşengtiya Saziya Malbatên Şehîdan bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser erdnîgariya Kurdistanê, meş li dar xistin.

Meş li ber navenda Kongra Star dest pêkir û heya navenda Ciwanên şoreşger dewam kir, Meşvanan alên saziya malbatên şehîdan û wêneyên şehîdan hildan, her wiha sloganên ku berxwedana gerîlayan silav dikin berzandin.

Meş li ber navenda Ciwanên Şoreşger veguherî mêtîng, piştî deqeyek rêz girtin axaftin li ser navê malbatên şehîdan Hikmet Elhebîb, li ser navê Ciwanên şoreşger Birûsk Silêman axivîn.

Axavtivanan êrîşên li ser erdîngariya kurdistanê şermezar kirin her wiha teqez kirin ku êrîşên li ser tevgera azadiyê êrîşên li ser îradeya gelên azadîxwaz e, axavtivanan diyar kirin ku tekan rêya rawestandina êrîşan yekîtiya kurd û hevjiyana komînal ya di navbera pêkhateya de ye, di dawiyê de bang li ciwanan hat kirin ku xwedî li xaka xwe derkevin û tekoşînê bilind bikin.

Meş bi sloganên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk bi dawî bû.

Show More
Back to top button