‘Pêwîste CPT Bi Erka Xwe Rabe’

CPT’yê raporek li ser encama serdana dawîn a bi Rêber Abdullah Ocalan ê li girtîgeha Îmraliyê re derxist. di rapora xwe de diyar kir ku binpêkirinên li ser Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê de tênekirin, nayê qebûlkirin.

Têkildarî mijarê Jina bi navê Şaha Osman ya ji navçeya Tirbespiyê tecrîda girankirî li ser Rêber Abdullah Ocelan şermezar kir û got: armanca dewleta Tirk ji vê tecrîda gira tunekirina gelê kurd e, her ku gelê kurd gavekê bi pêş ve diçin tecrîda li ser Rêberê me girantir dikin. Di duniyayê de mafê gelê kurd hatibû perçiqandin lê bi saya Rêber Ocelan îro em li hemberî dewletên desthilatdar disekinin û dibêjin em hene û tu hêz nikare me tune bike. Rêber APO bi salaye di zindanê deye ne tenê ji bo gelê kurde lê ji ber ku banga azadiya ci mirovekî bin dest dikir îro dîl hatiye girtin. dewletên kompiloger karîbûn Rêber APO fîzîkî dîl bigirin lê nikarîbûn fikr û ramanên wî yên ku li duniyayê belav bûye bikin navbera çar dîwaran de.

Şaha wiha axeftina xwe berdewam kir: gereke CPT bi erka xwe rabe ev 21 sala ku çavê xwe girtiye bese êdî bila çavê xwe vekin û zextê li dewleta faşîst bike ta ku mafê Rêber APO jî weke her mirovekî girtî hebe ku Parêzer û malbata xwe bibîne, roj bi rojê Parêzerên Rêber Ocelan serî li serdozgeriyê didin lê her tim serlêdan ji aliyê dewleta Tirk ve tên redkirin li hember vê yekê jî tu dewlet dengê xwe nake. bi pîlanên xwe yên qirêj dixwazin ku me û Rêberê me ji hev qut bikin.

Di dawiyê de Şaha Osman wiha got: em ji dijmin re dibêjin em şopdarê xeta Rêber APO ne li pey fikir û ramanên wî ne, heya dilopek xwîn di canê me de heye em li kolanan bin û li ser piyabin heta em Rêberê xwe azad bikin.

 

Delal Cemîl

Show More
Back to top button