‘Ne ji mafên tu kesî ye biryaran li ser navê êzîdiyan bidin’

Hikumeta Bexda û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê derbarê Rêvebirina Şengalê de di 9’ê Cotmeha derbasbûyî de li hev kir û peyamek îmze kirin bê ku nêrîn,vîn û Îradeya gelê Êzîdî di peyamê de were girtin. Her ku diçe nerazîbûn di derbarê peyamên di derbarê Şengalê de zêde dibin.

Di derbarê mijarê de Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hediya Şemo ji mere axivî û peyama li ser şengalê şermezar kir û destnîşan kir ku her du aliyan di 2014’an de Şengal di nava pençên DAIŞ’ê de hişt û wiha got: Ne ji mafên wan e ku biryaran li ser navê êzidî û Şengalê bidin, Kesên di rewşên zehmed de li rex civaka Şengalê nesekinînin niha jî pilan û komployan li ser civaka Êzîdî dikin. Lihevkirinên wan tenê berdewama komkujî û qirkirina li dijî civaka Êzîdî ye.

Hediya wiha dewam kir: Gelê Şengalê bi qirkirinê re rû bi rû man, paşê herêm bi saya şervanên Tevgera Azadî hate rizgarkirin, şêniyên wê xwe bi rêxistin kirin û hêza xwe ya leşkerî ava kirin da ku parastina xwe bikin, niha jî PDK`ê û hikumeta Iraqê vê peymanê ji bo birêvebirine Şengalê îmze dikin. Hediya diyar kir ku armanca wan ya sereke ew e ku vîna civaka êzîdî bişikîne û berxwedana wê têk bibin, da ku bi wê re jî  komploya xwe ya nû berdewam bikin û qirkirinan pêk bîne.

Di dawiyê de Hediya Şemo bang li hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ku bi erkên xwe rabin û rê nedin ku şerê navxweyî derbikeve, kir.

Lîlav Hesen

Show More
Back to top button