‘Pêwîste Cîhan xwedî li girtiyên siyasî derkeve’

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan ku di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin  di roja 48’yemîn de berdewam dike.

Di derbarê vê mijarê de Eyhan Murad ji Radiyoya me re axivî û wiha got: “Çalekiya girava birçîbûnê ku ji aliyê girtiyên siyasî ve hatiye destpêkirin silav dikim û piştgirtiya xwe bi wan re nîşan didim.  Dewleta Tirk tecrîdek giran li ser Rêber APO meşandin, her wiha zext û zordariyekê di zindanên xwe de li ser girtiyên siyasî dike ji bo dawî li tecrîdê û zordariyê werê girtiyên siyasî dest bi çalakiya girava birçîbûnê kirin û berxwedaniyek bê hempa di zindanên dewleta faşist de didin meşandin, berxwedaniya di zindanan de ne ji îro ve destpêkiriye, bi salane ku girtiyên siyasî di zindanên dewleta Tirk de berxwedaniyê dikin. çiqas zilm û zor li ser girtiyan hebê jî lê hertim bi gotina ‘berxwdan jiyane’ têkoşînê li hember dewleta Tirk dikin.”

Eyhan Murad gotina xwe wiha bi dawî kir: “Wek jin destekê didin çalekvanan, em azadiyê ji bo girtiyên xwe û  ji bo Rêberê xwe dixwazin, êdî bese ji sûcên dewleta Tirk re, bang li CPT dikim ku rewşa Rêber APO û girtiyên me di zindanên dewleta desthilatdar de bişopîne û sînorekî ji Erdogan re deyîne. Pêwîste Cîhan xwedî li girtiyên siyasî derkeve”.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button