Dayikên Şehîdan: Emê destkeftiyên ku bi xwîna zarokên me hatine bidestxistin biparêzin

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide dagirkeriya xwe li herêmên yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfereh bike, di 23′ ê Çileyê piştî serdana wezîrê Tirkiyê a li Baxda û Hewlêrê re, rayedarên dewleta Tirk a dagirker gefên pêkanîna êrişên dagirkirinê li dijî Dêrik û Şengalê xwarin.

Di derbarê vê mijarê de dayikên Şehîdan yê Navçeya Tirbespiyê ji Radyoya me re axivîn û gotin: heya ku kurdek li ser ruyê vê xakê jiyan bikê wê dewleta Tirk nikarbe serdema Osmaniyan li ser vê axê vegerîne.

Dayika Şehîd (Rûbar û Lewend) Heyat Silêman piştgirtiya xwe  bi QSD’ ê re nîşan da û got: wek dayikê Şehîdan em rê nadin ku Dewleta faşist buhstek din ji xaka me dagirbike, her sal bi nêzîkbûna roja reş re gefan li herêmê me dixwe, Erdogan çi ji axa me û me dixwaze, ev axa me ye ne ji mafê dewleta Tirke ku gefan li xaka ku me parçek ji kezeba xwe jêre kiriye qurban bixwe, bi fikr û ramanên Rêber APO emê li hember dewleta faşist bisekinin û Têkoşînê bikin, serkeftin hertim ya gelê Kurde.

Li aliyekî din jî dayika Şehîd(Rêwan) Şaha Osman gefên dewleta Tirk yên li ser Dêrik û Şengalê şermezar kir û wiha axivî: dewleta Tirk bi gefxwarina li ser herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaz dike ku serweriya Osmaniyan vejîn bike, me erdê Erdogan nebiriye em di erda xwe de jiyan dikin, dewletên desthilatdar bi salane ku komkojiyan bi serê kurdan de tînin, li beramber vê yekê jî Cîhan hemû ji bêdengiya xwe dernakeve, tirsa dewleta Tirk ji gelê kurd re heye ji ber vê yek her dem êrîşî me dike.

Dayika Şaha wiha di dawiyê de got: em bang li hemû Partiyên kurdî yên ku ji dewleta Tirk re bûne hevkar ku li xwe vegerin û em li ser yek maseyê rûnin ta ku em bibin yek dest û li hember Erdogan bisekinin, îro dewleta Tirk gefan li Rojava dixwe sibe wê li Başûr û Rojhilat jî bixwe. Emê destkeftiyên ku bi xwîna zarokên me hatine bidestxistin biparêzin. Pêwîste Erdogan li ser van sûcên ku li ser gelê Rojava dide meşandin, bilez were darzandin.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button