Radyoya jinan “Star FM” vebû

QAMIŞLO – Bi dirûşmeya” Dengê Star dengê Jin û Jiyanê ye” Yekîtiya Jina Azad a Rojava – Bakurê Sûriyeyê radyoya jinê “Star FM”  li navçeya Tirbespiyê bi merasîmekê vekir.

Di merasîmê vekirina radoyê de, bi dehan welatiyên navçeyên, şandeyeke ji ronamevanan amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, Rêvebera Yekîtiya Jina Azad Gulîstan Şivan, Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Şehnaz Osman û Rêvebera Radyoya Star FM Samiya Hemîd axivîn.TIRBRSPIYE-VEKIRINA-RADIOYA-DENGE-JINE (3)

Gulîstan Şivan di axaftina xwe de bi xêrhatina beşdaran kir û vekirina radyoyê li jinên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi taybetî jinên Êzidî ku Cejna Êzî pîroz dikin, pîroz kir. Gulîstan Şivan got “Ev radyo dê bibe dengê jiina Rojava û Bakurê Sûriyeyê.”

Gulîstan Şivan her wiha vekirina vê radyoyê bi gaveke girîng ji bo ku jin xwe îfade bike û anî ziman ku ev radyo berhemên têkoşîna jin a bi salan e.TIRBRSPIYE-VEKIRINA-RADIOYA-DENGE-JINE (4)

Şehnaz Osman jî ji aliyê xwe ve, vekirina radyoyê bi navê jinê pîroz kir û destnîşan kir ku jin di her qadan de roleke pêşeng lîste, bi taybet di ware ragihandinê de û soza şopandina xeta şehîdên çapemeniyê da.

Rêvebera Radyoyê Samiya Hemîd diyar kir ku ew bi hemû derfetên xwe rastiya berxwedana û xebatê jin ragihînên û anî ziman ku armanca wan ji vê radyoyê pêşxistina jin e.

Piştî axatinan navenda radyo di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hate vekirin.

Di radyoya Star FM de 10 jinên ji navçeya Tirbespiyê de dixebitin. Dê bernameyên siyasî, aborî, çandî û civakê derbarê jinê bêne weşandin.

Weşana radyoya Star FM dê ji 07:00 hetanî 19:00‘an li ser pêla 105 weşanê bike.

 

TIRBRSPIYE-VEKIRINA-RADIOYA-DENGE-JINE (7) TIRBRSPIYE-VEKIRINA-RADIOYA-DENGE-JINE (5) TIRBRSPIYE-VEKIRINA-RADIOYA-DENGE-JINE (6) TIRBRSPIYE-VEKIRINA-RADIOYA-DENGE-JINE (2)

Show More
Back to top button