Tevgera Ciwanên Şoreşger 15’ê Sibatê şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, bi dirûşma “Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin Rêbertî azad bikin, serî hilde” li Kobanê meş li dar xist. Bi tevlîbûna ciwanên Bajarên Tebqa, Reqa, Minbic, Dêrazorê meşek mezin hat lidarxistin. Meşê ji Navçeya Çelebî ya Kobanê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”,”Bê Serok jiyan nabe”,”Bijî berxwedana Leyla Guven, bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Her wiha bi Erebî jî dirûşme hatin berzkirin.

Ev meş dê 3 rojî bidome. Dê meş heta Navçeya Taşlîkê ya Kobanê bidome. Di roja duyemîn de jî meş dê ji naçveya taşlikê dest pê bike heta Navçeya Şêranê bidome piştre jî dê meşvan bimeşin Gundê Alpenûrê yê Kobanê û wê meş bi dawî bibe.

Meş bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”,”Bijî berxwedana Leyla Guven” dewam dike.

JINNEWS

Show More
Back to top button