‘Tu komplo nikarin me ji Rêberê me dûrbixin’

Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Abdullah Ocalan  di encama komployekî navneteweyî de radestî Tirkiyeyê hat kirin. di ser komployê re 20’sal derbas bû. Bi buneya selvegera komployê helwestên gelê azadîxwez û bi taybet ya jinan her ku diçe zêdetir dibe.

Têkildarî vê mijarê jina bi navê Raniya Osman ya ji navçeya Tirbespiyê nêrînên xwe ji Radyoya me re parve kir û wiha got: Em roja 15’ê Şibatê ku ji buyî me wekî rojekî reş e, bi hêrsekî mezin  şermezar dikin. Dewleta Tirk bi vê komployê xwest ku fikirê Rêber APO ji me qut bike, lê em ji cîhanê re dibêjin ku tu kes û tu kompilo nikarin me ji fikir û felsefeya Rêberê me qut bikin, ji ber ku fikirên wî azadin û di mejiyê her mirovekî azadîxwez da ye.

Raniya di dawiya gotinên xwe de wiha got: Emê çalakiyên xwe berdewam bikin, emê li kolanan bin û li ser piyanbin heya Rêberê me bi fêzikî azad bibe û di nava  gelê xwe de jiyan bike.

Delal CEMÎL

Show More
Back to top button