“Em hêza xwe ji berxwedana Leyla Gûven digirin”

Jinên navçeyeTirbespiyê derbarê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana Leyla Guven de gotin:”Em berxwdana Leyla Guven pîroz dikin. Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li berxwe bidin.”

jina bi navê Fehîme Temo wiha got:”Em bi berxwedana Leyla Guven serbilind in, em piştgiriyê wê dikin, Em hêza xwe ji berxwedana wê digirin, emê her di nava berxwedanê de bin Heta Serokê me azad bibe”.

Her wiha Jina bi navê Wense Yûsif jî berxwedana Leyla Guven silav kir û wiha got:”Em weke jinên kurd berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê pîroz dibînin û piştgiriyê didin berxwedana wan. Emê têkoşîna xwe mezintir bikin heta daxweza Leyle Guven pêk were û tecrîd bi dawî bibe. Em ê ji bo azadiyê Serokê xwe her di nava tevgerê de bin. Bi rihê berxwedana Leyle Guven wê tecrîd were şikandin.

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button