Berxwedana Leyla Guven û Nasir Yagiz dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 123’an de berdewam dike.

Her wiha çalekiya greva birçîbûna ya endamê HDP’ê ya Hewlêr Nasir Yagiz a li dijî tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan dabû dest pêkir di roja 110’î de dewam dike.

Rewşa tenduristî ya çalegeran her ku diçe girantir dibe.

Show More
Back to top button