‘Bi berxwedana Leyla wê dawî li tecrîdê were’

di 15`ê Şibata 1999`an de bi komployeke navdewletî Rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin û radestî Tirkiyê hate kirin. Dewleta Tirk di çend salên dawî de, tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û hevdîtinên malbatê û parêzeran qedexe dike.

Têkildarî mijarê jinên bajarokê Tirbespiyê nêrînên xwe ji Radyoya me re parvekirin û gotin ku komplo negihîşt armanca xwe. ‘Bi rihê berxwedana Leyla Guven wê dawî li tecrîdê were’.

Jina bi navê Necat Silêman nerîna xwe ji Radyoya me re wiha anî ziman: ez vê tecrîda girankirî şermezar dikim, Dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û hevdîtinên parêzeran ji bo dîtina wî qedexe dike.

Necat soza tekoşînê û berxwedanê da û di dawiyê de got: dewleta tirk ya faşîst dixwaze bi rêya tecrîdê gelê azadîxwaz tune bike, lê ew tu caran nagihêje armanca xwe, bi saya berxwedêran wê dawî li tecrîdê were.

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Esma Erefat jî got: em ê wek jin çalakî û têkoşîna xwe berdewam bikin heya azadiya Rêberê xwe, mafên mirovan çavên xwe girtine û bêdengin em ji wan re dibêjin çavên xwe vekin û vê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Abdulah Ocelan rakin.

Her wiha Esma bal kişand li ser çalakiyên giravên birçîbûnê û wiha got: çalakiya berxwedêr Leyla bi roja 124’an de dewam dike, di şexsê Leylayê de bi sedan berxwedêr ketine girava birçîbûnê û jiyana wan di xeteriyê de ye, lê bi israrekî mezin berxwedana xwe berdewam dikin.

Esma di dawiya gotinên xwe de berxwedana Leyla Guven û hevalên wê silav kir û diyar kir ku ewê ji buyî bi dawî kirina tecrîdê berxwedanê bilindtir bikin.

 

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button