‘Emê bi vîna jinên azed tecrîdê hilweşîn in’

Ji 15 sibata 1999’an ve komployek navnetewî li ser Rêber Abdulah Ocelan tê meşandin û ji 27′ Tîrmeha 2011’an ve jî tecrîdekî giran heye, ne parêzer û ne jî malbat nikarin biçin hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin.

Têkildarî mijarê jinên nevçeya Tirbespiyê nêrînên xwe ji Radiyo ya me re anîn ziman û gotin: komplo negihîşt armancên xwe û emê bi vîna jinên azed tecrîdê hilweşîn in.

Jina bi navê Zehra Ahmed wiha nêrîna xwe ji me re anî ziman:”Em Komploya Navdewletî der heqê Rêber Abdullah Ocalan de ku di encamê de dîl hate girtin şermezar dikin. “Em wek jin bi naskirina fikirên Ocalan xwe xwedî şans dibînin. Ev îsbat dike ku komplo têk çû û negihîşt armancên xwe.”

Zehra soza berdewamkirina têkoşîn û xwe birêxistinkirinê li ser bingehê fikr û felsefeya Rêber APO heya azadiya wî da.

Her wiha Jina bi navê Witha Isman nêrîna xwe ji Radyoya me ra anî ziman û  got: Em vê komployê bi tu awayî qebûl nakin, bi vê komployê wê nikaribin îradeya me bişkînin. Emê bi vîna jinên azed tecrîdê hilweşîn in.

Witha gotinên xwe wiha domand: Em bi fikirên Ocalan bawer in ji ber piştî naskirina fikirên wî di kesayetên me da guhartinên cidî çêbûn û me xwe nas kir.

Witha di dawiya gotinên xwe de bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqî kir ku mudaxelyê bikin û tecrîdê bi dawî bikin.

 

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button