Dîroka 21′ Adarê

Îro mijara bernameya me ya Rojbaş kurdistan bû dîroka 21′ Adarê û berxwedana Kawayê Hesinkar.

Di demeke kevin de, li welatê dapîr û bapîrên kurdan, pedişhek hebû, navê wî Dehak bû, Dehak padîşahekî pir zalim bû Wî welatê kurdan wêran kirbû.
Di gund û bajaran de mirov nehişt bûn zîndanên wî ji girtiyan tim dagirtî bûn û celadên wî ji serîbirînê nediwestiyan.

Dehak bi awayekî ji xwe bawer, ji kuştin û wêrankirinê têr nedibû, dixwest deverên hîn firehtir werbigire û talan bike.
Ne’ileta ku bi ser Dehak de hatî wek nexweşiyê bû, li ser her milekî Dehak de marek çêbûbû, ew herdû mar bi navê(Ejdeha) dihatin naskirin, dema ku ew mar birçî dibûn êşek mezin diket canê Dehak de.

dermanê birçîbûna wan maran jî mêjiyê zarokan bû ji ber vê yekê jî her roj du zarok dibûn qurbaniyên zordariya Dehak, piştî ku ji deverekê 16 zarok bûn qurbanî zaroka dawî ya Kawa yê Hedinkar mabû ji bo ku Kawa zaroka xwe ya dawî neke qurban ji zordaran re planek çêkir.

Dema ku Kawa çû zarokê xwe bir ber destê Dehak, Dehak gelek ji Kawa kêf xweş bû kawa şûna ku zarokê xwe bikuje bi hemû hêza xwe Dehak kuşt.
Kawa ji kêfxweşiya xwe agirê mizgînî û serkeftinê bilind kir.

Ew roj bû rojek nû û bû roja vejînê ji bo hemû gelan û êdî roj li wan welatan derket.
Ji ber ku agir li cem gelê arî nîşana azadîiyê ye her sal di 21′ adarê de agir tê pêxistin û sersala kurdî û roja nû tê pîroz kirin.
her sal gelê Kurd û gelê Faris û gelek gelên din di roja 21′ adarê de roja newrozê pîroz dikin û wek dest pêka buharê îlan dikin.

Medya SILÊMAN
Lîlav HESEN

Show More
Back to top button