“Dewleta Tirk dixweze serdema Osmanî vegerîn e”

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li ser xaka Sûriyê didomîne. Herî dawî jî dîwaran li kantona Efrînê lê dike da ku kantonê ji xake Sûrî qut bike.

Jinên navçeya Tirbespiyê binpêkirinên Tirkiyê yên li ser axa Sûrî şermezar kirin û di derbarê vê mijarê de ji Radyoya me ra axifîn.

Jina bi navê Wensa Omer destnîşan kir ku Tirkiye ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide serdema Osmanî vegerîne û wiha got: “Armanca Tirkiye ku herêmên dîtir ji Sûriyê dagir bike û îro jî bi lêkirina dîwarê li Efrînê dide xuyakirin ku Dewleta Tirk dixwaze herêmeke din ji Sûriyê qut dike, mîna Lîwa îskenderon.”

Wense wiha domand: Efrîn ya gelê Sûriya ye.“Gelê Efrîn qebûl nake ku Dewleta Tirk deverên din ji axa Sûriyê dagir bike, ji ber wê divê gelê Efrîn yekîtiya xwe li hember pilanên dagirkeriyê Dewleta Tirk ava bike.”

Her wiha jina bi navê Nefiye Yexmûn lêkirine dîwaran li Efrînê şermezarkir û got: “Tirkiye dixwaze bi hinceta herêma “ewle” deverên din ji axa Sûriyê dagir bike. Lê çi dibe bila bibe em nahêlin ku Efrîn ji Sûrî qûtbibe.”

Nefiye diyar kir ku Tirkiye ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û ji bo dirêjkirina temenê aloziyê naxwaze ewlehî li Bakurê Sûriyê serwer be.

Di dawiyê de Nefiye bang li hemû cîhanê kir ku li hemberî kiriyarên dewlete Tirk bisekinin.

 

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button