‘Ev hevdîtin nayê wateya rakirina tecrîdê’

Di 2’yê Gulanê de dewleta Tirk hişt ku 2’parêzerên Rêber  Abdullah Ocalan pê re hevdîtinê bikin da ku çalakiya grevê bên rawestandin.

Girêdayî mijarê jina bi navê Nalîn Doxan diyar kir ku ev hevdîtin nayê wateya rakirina tecrîdê û wiha domand: “Ev hevdîtin siyaseteke dîtir e ku dewleta dagirkeriya Tirk da ku çalakgerên greva birçîbûnê rawestîne, dimeşîne.”

Her wiha Nalîn di berdewamiya axavtina xwe de bal kişand li ser berxwedan û têkoşîna Leyla Guven û rêhevalên wê ku çalakiya xwe heya niha berdewam dikin û berxwedana wan silav kir. Nalîn bang li rêxistinên mirovî kir ku bi berpirsyariyên xwe li hember çalakgerên greva birçîbûnê rabin û diyar kir sûcdarê xeterya li ser jiyana çalakgeran dewleta Tirk e.

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button