“Heya pêkanîna daxwazên çalakgeran emê li qadan bin”

Çalakiya girava birçîbûnê ya Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Abdulah Ocelan di roja 197’an de berdewam dike, li aliyekî din çalakiya rojiya mirinê berdewam e.

Girêdayî mijarê Endama Buroya Jin ya partiya Sûriya pêşeroj Eysil Xilo ji Radyo ya me re axivî, Eysil bal kişand ser çalakiya berxwedêra Leyla Guven û got: grevên birçîbûnê gihaştine astekê ku cîhan li hemberî wê matmayî maye. Her wiha tevahiya qadên têkoşîn û berxwedanê hejandin.

Eysil destnîşan kir ku berxwedana Leyla Guven careke din vîn û îradeya jinan bi fikr û felsefeya Ocalan diyar kir û got: em wek jinên kurd Heya pêkanîna daxwazên çalakgeran emê li qadan bin.

Her wiha Eysil teqez kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven pîroz e û xwedî cih û bandoreke mezin e di dîroka jinan û gelê Kurd de.

Eysil di dawiyê de bang li aliyên têkildarî parastina mafên mirovan kir ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan paşguh nekin û jiyana çalakgerên grevê rizgar bikin.

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button