‘Em hemû Leyla Guven in’

Jinên navçeya Amûdê yên ku beşdarî konê piştgiriya çalakgeran ê li kantona Qamişlo hatiye vedan bûn e, teqez kirin ku hevdîtina parêzeran bi Rêber Ocalan re nayê wateya ku tecrîd bi dawî bû û gotin: “Em ê her tim piştgiriya wan bikin heya em tecrîdê bişkînin”.

jina bi navê Emşa Şêxmûs di destpêka axaftina xwe de berxwedana hemû çalakgeran silav kir û wiha got: Wek jin emê her tim piştgiriya van çalakgeran bikin.

Emşayê wiha berdewam kir: Gereke dîrok vê berxwedanê binivîsîn e ji ber di tu derê de wek vê berxwedanê çênebûye.

Emşa Şêxmûs wiha gotinên xwe bi dawî kir: Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku daxwazên çalakgeran pêk bînin.

Her wiha jina bi navê Celîla Xelîl jî axivî û got: Em wek jin piştgiriyê didin Leyla Guven û hemû hevalên wê. Roj bi roj rewşa çalekgeran xirab dibe û cîhan ji bê dengiya xwe der nakeve.

Celîla wiha gotinên xwe bi dawî kir: Em şopdarê çalakvanane heya tecrîda giran li ser Rêberê me rebe.

Delal CEMÎL

Show More
Back to top button