Êrîşê li ser çiyayê kurdistanê hate şermezarkirin

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbesipiyê û gundewarê wê ji bo şermezarkirina binpêkirinê dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmê başûrê kurdistanê meşiyan. Meş ji aliyê kongra star û PYD ve bi dirûşmeya” Bi rihê serhildanan şeladizê dagirkeriya Tirk emê têk bibin, berdestê biparêzin û Efrînê rizgar bikin” hate orgenîzekirin.

Meş ji pêşiya navenda kongra star ber bi çerxereya azadî ve destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên ” bijî serok Apo”, ” bijî berxwedana qendîlê hatin avêtin. Beşdarên meşê alên kongra star, PYD, wêneyê Rêber Abdullah Ocelan, hildabûn.

Meş li çerxereya Azadî veguherî mîtîng. Paşê deqeyek rêzgirtin li ser cangoriyên azadiyê hat girtin, axeftin li ser navê kongra star Hediya Şemo û li ser hevserokê navçeya Tirbesipiyê Ebd Al-Rehîm Hiso axivîn.

Axevtivanan şerê li ser çiyayê kurdistanê şermezarkirin.

Mîtîng bi dirûşmeyên ” bijî berxwedana qendîlê” bi dawî bû.

Show More
Back to top button