Kongreya Star ji bo Şoreşa 19’ê tîrmehê daxuyanî da

 Tevgera Kongreya Star bi boneya 19’ê tîrmehê salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand. Kongreya Star banga mezinkirina berxwedanê kir û got: “Bi wesîleya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê divê ji her wextî zêdetir em xwêdî li şoreşa Bakurê Rojhilatê Sûriyê û şoreşa Gelên demokratîk derbikevin û biparêzin.”
Tevgera Kongreya Star bi daxuyaniyek nivîskî ji raya giştî re 19’ê tîrmehê salvegera Şoreşa Rojava li tevahî gelên bakur û Rojehlatê Sûriyeyê pîroz kir.
Daxuyanî wiha ye:”Salvegera 19’ê Tîrmehê li Hemû Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz be. Silav jibo hemû Gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê yên şerker, xebatkar, berxwedêr, kedkar û têkoşer re. Silav ji bo pêkhateyên ku li seranserê Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên  li hemberî zilma desthilatdarên faşîst û hovane bi lehengî şer dikin.
Ev salvegera roja pîroz û dîroka giranbuha di serî de li Rêber Apo pîroz dikin û ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi temamî  bê rakirin; em ê her rojekê bikin şoreş û erkên xwe yên avakirina civaka azad pêk bînin. Di heman demê de, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û şehîdên , avakirina netewa demokratîk bi bîr tînin û heybeta vê rojê diyarî wan dikin. Çiqasî çav û guh bên girtin jî ev berxwedana bê hempa ya şoreşa felsefeya azadiyê xwe di dîroka şoreşa Gelên azad de dineqişîne.
Em wek Gelên Kurd, Gelên Ereb, Gelên Suryan û Ermen di nava êrîşên dagirkerên  hovane de, bi têkoşînek bê hempa derbas dikin. Îro banga Gelên azad û berxwedêr, ji axa Mezopotamya bi dengek bilind û bi hêz digihîjen Gelên cîhanê. Em dest didin hev û dîlana xwe ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê îro li derdora felsefe û fikra azad  a Rêber Apo de digerînin.
Hemû seranserê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bûn temsîla welatparêzî û vîna Gelên bi rêxistinkirî. Em vê rastiyê ji bîr nekin û bi wesîleya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê divê ji her wextî zêdetir xwêdî li şoreşa Bakurê Rojhilat û Sûriyê û şoreşa Gelên demokratîk derbikevin û biparêzin. Eger em deskeftiyên şoreşa xwe neparêzin em ê bi dagirkeriya desthilatdaran re rû bi rû bimînin.
Jibo li dijî dagirkeriyê,  şîdet û zilma li ser gelên bindest bişikînin divê em guhertina civakî û  parastina cewherî ava bikin; jibo em xwe biparêzin  divê em erkên xwe yên şerê gelên şoreşger pêk bînin.  Ji bo avakirina jiyaneke azad û demokratîk jî divê em siyaseta demokratik bi kar bînin û bi herkesî rêxistin bikin.
Ev  heşt sal in ku bi hemû pêkhateyan re li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyaneke komînal tê jiyîn. Heya ji destê civakê bê wê xaka sîstema netewa demokratik ji îşgal û dagirkeriya desthilatdariyê re nehêlin. Dîsa ji aliyê Gelên demokratîk, gelên şoreşger û civaka demokratîk, wê hemû destkeftiyên şoreşa gelên Rojavayê Kurdistanê bêne parastin û dest jiyana azad bernedin.
Jibo wê jî em li hemû cihanê û raya giştî bang dikin û dibêjin  li hemberî zilm, zor û dagirkeriyê bêdeng nemînin û li dijî kuştin, qetliyam, xwînrijandin û şerên berjewendiyên hêzên hegomonîk ên nav-dewletî bisekinin û dengê xwe bi hev re bilind bikin. Em ê heya dawiyê li ser esasê parastina cewherî civaka xwe, axa xwe û şoreşa xwe biparêzin.
Em wek Kongreya Star , Ev dagirkerî û zilma ku li ser gelên bindest tê bikaranîn, em  şermezar dikin û weke Gelên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriya demokratîk li hemberî zilma dagirkerî û îşgalkirinê disekinin û wê hewildanên me yên demokratîk wek bersivên pêwîst ên li gor rihê demê bêne nîşandan. Wê tu êrîş û dagirkeriya li ser gelên bindest bê bersiv nemînin.”
Show More
Back to top button