‘xaka me xaka ku bi xwîna zarokên me hatiye rizgarkirin’

Bertekên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî gefxwarinên dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Jina bi nevê Xaliya Ehmed Ji Radyo ya mere axivî û gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeremzar kir û got ‘Bila yên ku çavên xwe berdane xaka me, bizanibin ku xaka me xaka ku bi xwîna zarokên me hatiye rizgarkirin’, Berdêl çi dibe bila bibe em rê nadin Tirkiyê ku xaka me dagir bike.

Di dawiyê de Xaliyê got: Em bi saya xwîna şehîdan û berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk ên ku DAIŞ têk birin, bi aşitî û aramî dijîn. Em soz didin ku emê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser xeta Şehîdan bimeşin û Ji bo rizgarkirina her postek ji xaka Sûriye ye dagirkirî em ê xwe feda bikin û herêmên ku bi xwîna şehîdên me hatine rizgarkirin biparêzin.

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button