Mîhrîcana kurte çîrokên kurdî bi dawî bû

6’emîn mîhrîcana kurte çîrokên kurdî di pêşengtiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyeyê, bi tevlîbûna bi dehan nivîskar, rewşenbîr û helbestvanan, li bexçeyê  xwandinê ya bajarê Qamişloyê bi Merasîmekê bi dawî bû.

Marasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir, piştî wê li ser navê komîta Amedakar û Yekîtiya Nivîskarên kurd ên Sûriyeyê axaftin hat kirin.  Axaftivanan 6’emîn mîhrîcana kurteçîrokên kurdî pîroz kirin û li ser navaroka çîroken şîrove kirin.

Piştî axiftinan stranên filklorî hatin pêşkêş kirin û mîhrîcan bi belav kirina xelaten bi dawî bû.

Show More
Back to top button