Li Qamişlo mala jinan a Suryanan ‘Eşterot’ vebû

Di pêşengtiya Yekîtiya jinên Sûriyanî de îro li bajarê Qamişloyê bi merasîmeke Mala Jinê ya bi navê Eştarût li taxa Bişêriyê hate vekirin.

Di vekirinê de bi dehan jin, her wiha endamên sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongreya Star, Meclîsa Sûriya Demokratîk, Rêxstina Sara û bi tevahî rêstinên jin ên Kantona Qamişloyê amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê destpêkir, paşê li sar navê yekîtiya Jinên Suriyanî Sîham Qirîo û li ser navê Mecîsa Edaletê Gûlîzar Ibrahîm axivîn. Jinan di axaftinê de balkişandin ser giringiya mala jinê ji bo parstina mafê jinên sûriyanî û tevahî jinan.

Paştî ku deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Gabî ve hat vekirin, merasîm bi dawî bû.

Show More
Back to top button