Cenazeyê Şehîd Mihemed hate veşartin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê Şehîd Mihemed Ibrahîm ê ku di encama qezeyekê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîd Dilşêr ê gundê dugirê hate  oxir kirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û toranekî leşkerî ji hêla Şervanê YPG ve dest pê kir.

Paşê li ser navê YPG’ê Munzir Agirî, bi Navê saziya melbatên şehîdan Hesen Ubêd û Dayika Şehîd Mihemed,  Axivîn. Axaftivanan sersaxî ji malbata şehîd û hevrêyên wî re xwestin û gotin: “Şehîd ewin yên ku  parastina xak û gel xwe li hember komên çete kirin. Em ji  tevahî şehîdan re soza xwe nû dikin ku emê li ser riya wan bimeşin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan hate oxirkirin.

Show More
Back to top button